
Hûn Kî Ne? - Cengiz EKER

Hûn Kî Ne?
Yazar: Cengiz EKER |
Tarih: 31 / 10 / 2026 |
Yazı Okunma: 117
Min dikaribû bigota ;“Em kî ne ?”Lê, min negot.Sedemekî vê yekê yê teybet tune.Nizanim,belkî jî ez tirsiyam ku, heke pirs bi vî rengî lêbibe , tu kes mil nede ber wê û ew dîsa li ser milê min bimîne û ez tenê bi serê xwe nikaribim bersîvekê jê re bibînim.Ê de eyan e; ji bo merivikî,bersîvandina pirsa wî bi xwe, karekî gelekî dijwar e.Ji aliyê din ve,objektif jî nabe.Lewra, gava pirs ya we bi xwe be, bivê- nevê hûn ê bersîvên li gor dil û daxwaza xwe jê re peyda bikin û ew bersîv jî wê tucar li gor rastiya jiyanê nebin.Ev yek bi awayekî xwezayî wisa ye.Xuleserî,di pirsên xwemalî de,xeynî me tu kes nîn e ku li ser bersîvên me bandor bike,loma em dibêjin ew bersîv li rastiyê nayên.
Bêguman,pirs ji kê û ji ku tên bila bên,bersîvên me yên ji bo wan pirsan,hertim û li her derê li gor me ne.Ev yek rastiyeke jiyanê ye û her mîna xwe dimîne.Lê, dîsa jî,dema xwediyê pirsê yekî din bê, hebûna wî kesî wê rihetiyê nade me ku em bikaribin bersîvên li gor dil û daxwazên xwe bidin wê pirsê.Di demên wiha de şert û merc, bi gotineke din,rastiya heyî me neçar dike ku em hesabê kesê li pêşberî xwe jî bikin û wisa bersîvekê bidin pirsa li mehderê.
Ya ku rê li ber vekir ku ez pirsê bi vî awayî lê bikim ev bû.Lê,bi min divê ez vê jî bejim ;ev meyla min a ku ji tirsa tenêmayîna li hember pirsê avzê dibe,ne xwediyê wê şiyaniyê ye ku bikaribe min ji mijarê azade bike.Ango ez jî bi kêmanî,bi qasî we di nava wê “HÛN” ê de me ku sernavê vê nivîsê ye û di forma pirseke nesitirî de derketiye pêşberî me û doza bersîvekê ji me dike.
Piştî vê kurteşiroveya dermijarî,em ê bikaribin li mijara xwe vegerin û ji bo wê pirsa nesitirî li bersîvekê bigerin.
Belê, pirsa me wiha ye;HÛN KÎ NE ? û ev pirseke heya ku hûn bejin, bi rasterast e.Pirsên bi vî rengî ji xwediyê sukrê bersîvên zelal,şênber û qanîbar dixwazin.Lê mixabin ,ji bo vê pirsê di destê me de bersîvên bi wî rengî tune nin.Tune nin, ji ber ku mijar meriv in.Dema meriv dibin mijara gotinê,pirs bi çi awayî lêdibin bila bibin,yan jî ji kê û ji ku tên bila bên,bersîvên wan,tucar zelal,şêber û qanîbar nabin.Ji ber ku, di vê mijarê de sûbjektivîzim her li ser kar e,bersîv tim kêm ,kurt,razber û nîxumî dimînin. Ji aliyê din ve,di van mijaran de,bersîvek tucar têra pirsekê nake,ji ber ku pirs bi giştî û bersîv bi şexsî,ango,bi tekekesî ne.Ev yek rê li ber pirsgirekeke wiha vedike; ji bo pirsekê,bersîv çiqasî zêde dibin , ewqasî jî ji hevdu dûr dikevin û bi vê jî namînin,di heman demê de ji rastiyê jî dûr dikevin…
De fermo, ka werin,em qasekî lê hûr bibin,bê ka ev yek çima wisa ye.Em bi bersîvên we destpê bikin.Gelo dema hûn bi pirseke bi vî rengî re rû bi û bimînin,bersîva we wê çi be yan jî çawa be? Bêguman, hayê me jê heye ku jêderka pirsê dikare rengê bersîva we biguherîne.Heke pirs ya we bi xwe be, ango xwemalî be, qet guman jê tune ku bersîva we wê bi awayekî be û lê na, heke pirs ya yekî din be,bersîva we wê bi awayekî din be.Ji ber vê yekê,em ê pêşmercekê diyar bikin û bêjin,pirsa megotî, yekî din li we dike û hûn ê bersîva xwe li gor wê bidin.Em bi vî awayî karê we hêsatir û karê xwe dijwartir dikin.Belê, karê we hêsatir dibe .Lewra,ji we re lihev tê ku hûn xwediyê pirsê li pêşberî xwe bibinin û li gor rewş û rastiya wî bersîvekê bidin pirsa wî. Hûn ê jî qebûl bikin ku,heke ew kes ji we xurtir yan jî ji we dewlemendtir be,di bersîvdayînê de hûn ê bivê-nevê hesabê wî bikin.Lê na,heke ew meriv, ji we lewaztir û kasibtir be,hûn ê zêde guh nedin wî û bersîva xwe li gor xwe bidin.Tew,temen,zeyend,hevnasîn, bejnûbal û hwd.jî dikarin bandorê li bersîva we bikin.Mînak,hûn ê bikaribin li cem yekî lewaz bêjin,ez xurt im.Lê belê, hûn ê nikaribin li cem yekî xurt heman bersîvê bidin…
Ji ber ku em ne remildar in û tasê danaynin,em ê ya dilê we,ango bersîva we bi tam û temamî nizanibin,lê, em ê bikaribin bi awayekî eletexmînî pêşbîniya wê bikin bê ka hûn ê bi kêm û zêde çi bêjin.Hûn ê, gotinên mina “;Ez meriv im.Ez Kurd im.Ez mêr im .Ez jin im. Ez baş im. Ez xurt im.Ez ciwan im.Ez zarok im.Ez mamoste me û hwd. “bi ser navê xwe bikin bersîva vê pirsê.Min bi zanetî li ser hin gotinan re gav kir.Lewra,em tev dizanin ku tu kes xwe bi wan gotinan binav nake.Minak, tu kes kalbûn û pîrbûnê li xwe qebûl nake,her wisa tu kes nabêje;”Ez bêçare me,ez lewaz im û hwd.”Teybetî jî ne karê aqilan e, meriv ji devê kesekî bibihîze ku ji bo xwe dibêje “;Ez nebaş im.Ez bêker im û hwd. Gotinên bi vî rengî tim ji bo hin kesên din têne gotin.Serqise,meriv ,rastiya wan çi dibe bila bibe,xwe her li gor dilê xwe binav dikin.Ê de bila wisa be,ma îca em dikarin nav û nasnavekê li meriva bikin ku wan ji bo xwe qebûl nekiriye..?
Dibe ku hûn qîma xwe tenê bi vê bersîvê jî neynin,bidin pey bersîvên hê xwemalîtir û bêjin “:Ez Bêrîvan in.Ez Baran im.Ez Gulîzer im.Ez Zinar im û nizanim ez kî û kê me...
Qet ji dûrî aqilan nîn e ku hinek ji we,yên xwedî paye û paldank,qîma xwe bi van komenav û nasnavên megotî jî neynin û bi awayekî ji xwe razî û bi devekî dagirtî bêjin”:Ez rindim û bejnbilind im.Ez xurtê xurtan im û axayê heft gundin im.Ez mîr im.Ez kizîr im.Ez hunermend im.Ez fermandar im.Ez siysetmedar im.Ez dewlemend im û hwd…”
De bêjin ,bejin, hê ku devê we yî germ e, pirtir û girtir bejin û ji bo xwe ,bi rengo-rengo gulan birêjin.Ma îca çi ziyan, yan jî şerma wê heye ku,dema gotin li gotinê ket,meriv xwe bi hin wesfên li gor dilê xwe bi nav bike? Na,tu ziyan û şerma wê nîn e.Ji van aliyan û belkî ji gelek aliyên din ve jî, tu qusûreke van gotin û navlixwekirinan tune.Ev edeta dinê ye û ji bo hemî kesî tê ye.Meriv bi vê rê danasîna xwe dikin û tu kes jî li hember dernayê.Lê belê ne rast e. Belê- belê,ew nav , komenav û nasnav tev jî nerast in,ji ber ku rastiya we îfade nakin.
Hayê min jê heye ku hûn ê vê yeke qebûl nekin.Ez vê ya ji xwe dizanim.Lewra,berê min jî ev yek qebûl nedikir.Berî ku ez vê fikra xwe bi we re parve bikim ,min bi xwe ,bi vê fikra xwe re pir şer kir.Min çend caran ew ji hişê xwe derxist û avêt.Lê, nebû. Wê dev ji min berneda û di dawiyê de ya ku biser ket ew bû .Belê, ew biser ket ,ji ber ku ew rastî bû,yan jî em wiha bejin; ew rastî bi xwe bû.Em tev pê dizanin ku ,rastî pir şûm in.Nebe ku carê li meriva serî bidin,nema radiwestin heya ku biser nekevin.Li hember wan şer nabe.Hûn li hember wan çiqasî li ber didin bidin,ew bi awayekî biser dikevin.Loma divê meriv şerê rastiyan neke.
Bêguman,ji ber ku min di derbarê rastiyê de çend hevok lêkirine, hûn ê hema wisa tawilê dev ji ya xwe bernedin û neyên ser gotinên min.Lê, birastî jî rastiya we, ew a ku hûn dizanin û dijîn nîn e.Dîsa jî hûn bi dilê xwe nin.Hûn dikarin gotinên min qebûl nekin û dîsa li gor ya xwe tevbigerin.Ez ê ji we re nebêjim ,wisa nekin.Lê, bi min divê ez bejim;zû yan jî dreng,hûn ê rojekê bi eseyî pê bihisin ku,di esasê xwe de hûn ji lehengên xewna Yêzdan pêştir tiştek nîn in.Piştî ku hûn bi vê rastiya mîna henekeke dîrokî hisiyan,hûn ê bi awayekî eşkere bibînin ku,ew paye,nav û nasnavên heyî ne yên we ne û kêrî we jî nayên.Ew ne dikarin,bi ser navê kesayet û ferasetê tiştekî li we zêde bikin ,ne jî dikarin we ji mirinê biparêzin.Kê ew nav li we kiribin û ew paye dabin we ,hûn xapandine…
Belê,ev yek wê we zêde-zêde biêşîne.Belkî jî ,ji ber aca êşê yan jî tenê ji bo tolhildanê,hinek ji we hewl bidin ku ji xewna Yêzdan firar bikin,da ku bikaribin bibin tastî ,ango bibin xwe.Lê, divê ez we hişyar bikim û bêjim; hûn ya min dikin ,vê yekê nekin.Lewra,hûn ê tucar biser nekevin. Sedemê vê yekê jî ew e;heye ku Yêzdanekî we hebe ,hûn ê tucar û bi tu awayî nikaribin ji xewna wî derên û bibin xwediyê hebûn û xwebûna xwe.Dibe ku ji nava we hinekên çilqijî rabin(ev yek hertim pêkan e)û bêjin”:Ma ev karê heneken e?Heke wisa be, ev ne henek,trajediyeke biêş e.”Û bi vê hêrsê, qesta kuştina Yêzdanê xwe bikin,da ku ji wî xelaz bibin û xwe ji nû ve û li gor dilê xwe binav bikin.Ez ê dîsa heman hişiyariyê bikim û bêjim;nebî-nebî hûh tiştekî wisa dikin.Keda we wê bibedihewa here û hûn ê tucar negihêjin armanca xwe,ji ber ku ,Yezdanê we jî lehengekî xewna we pêştir tiştek nîn e û heya ku hûn bi hêviya dîtina bihuştê serê xwe bavêjin xewê ,ew ê jî her hebe…
18:02
| Kardeşliğin Ölçüsü Azerbaycan’ın Tercihine Saygı Duymaktır | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Cehennemin Dayanılmaz Mutluluğu | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Bir Mesaj,Bir Dekont,Bir Dava: Haklarımızı Nasıl İspatlarız? | ![]() |
| Av. Özlem AKKUŞ | |
| Hûn Kî Ne? | ![]() |
| Cengiz EKER | |
| Rojên Lezgîn | ![]() |
| Nusret YILDIZ | |
| Küskün şiirler .....(Ahmedo)....... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| 103 Yıldır Bu Değişmez İki Yüzünüzle Uğraşmak... | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Hüznüm.... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Kendir Gömlek | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Değişim İsteği, En Güçlü İktidarı Bile Sarsar | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| İki Devlet Bir Millet Erozyonu | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Aferin Hamza | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Mevsimde Sonbahar | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi