• Yukarı Alican Köy Yolu Asfaltlama Çalışmaları Tamamlandı Iğdır İl Özel İdaresi tarafından yürütülen Karakoyunlu ilçesine bağlı Y...           • Iğdır İl Emniyet Müdürlüğünden Önemli Uyarı! (Video) 1 Kasım 2026’da yürürlüğe girecek olan sosyal medya yaş doğrulama düzenl...           • Tarımsal Biyoteknoloji Bölümünde 8 yılın ardından yeni başlangıç Iğdır Üniversitesi Tarımsal Biyoteknoloji Bölümü İlk Lisans Öğrencilerini...           • Iğdır’da 29 Ekim Cumhuriyet Bayramı Kutlandı 29 Ekim Cumhuriyet Bayramı’nın 103. yıl dönümü, Iğdır’da düzenlene...           • MOKAD, Kanser araştırmaları için bilim insanlarını buluşturuyor MOKAD, Türkiye’de kanser araştırmaları için bilim insanlarını buluşturuyor Mole...           • Üniversitemiz Biyoteknoloji ve Genetik Öğrenci Topluluğuna üye oldu Iğdır Üniversitesi Biyoteknoloji ve Genetik Öğrenci Topluluğu, Millî Teknoloji Kul...           • Ziraat Odası Başkanı: Çiftçi emeğinin karşılığını alamıyor (Video) Iğdır Ziraat Odası Başkanı Başkanı Tugay Bağrı’dan Yetkililere Çağrı: Çift&cce...           • Rektör Gürel’den 29 Ekim Cumhuriyet Bayramı Mesajı Iğdır Üniversitesi Rektörü Prof. Dr. Ekrem Gürel, 29 Ekim Cumhuriyet Bayramı d...           • Cumhuriyet sofraları kuruldu: Halk 103. yılı birlikte kutladı (Video) Almanya’nın dört bir yanında Cumhuriyet sofraları kuruldu: Yüzlerce kişi 103. yılı...           • Vali M. Fırat Taşolar'ın "29 Ekim Cumhuriyet Bayramı" Mesajı Aziz Türk milletinin bağımsızlık mücadelesinin en büyük kazanımı olan Cumhuriy...           
Site İçi Arama
Haber Arşiv
     
Son Videolar

Emniyetten Önemli Uyarı!
32 İzlenme, 0 Yorum

Ziraat Odası: Çiftçi Zorda!
66 İzlenme, 0 Yorum

Cumhuriyet sofraları kuruldu
68 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da Bıçaklı Gasp!
74 İzlenme, 0 Yorum

Motosiklet Hırsızları..!
108 İzlenme, 0 Yorum

Hun Adet Kardeşleri Sordu
131 İzlenme, 0 Yorum

İYİ Parti'den Önemli Açıklama!
124 İzlenme, 0 Yorum

Devletten Teyit: PKK Çekildi
129 İzlenme, 0 Yorum

Kaçak İçki ve Sigara Yakalandı
127 İzlenme, 0 Yorum

UYUMA! BİLDİR!
120 İzlenme, 0 Yorum

Aliyev: İşlerimize Karışmayın
151 İzlenme, 0 Yorum

Esenkaya Mezrası Su İstiyor!
136 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Yeni Parti'de Kongre
148 İzlenme, 0 Yorum

Ağrı Dağı Kuzey Buzulları
150 İzlenme, 0 Yorum

Valla Kanyonunu Gördünüz Mü?
152 İzlenme, 0 Yorum
İstatistikler
Toplam: 4203736
Aktif: 27
Bugün: 1445
Dün: 2744
Facebook

Rojên Lezgîn - Nusret YILDIZ

Rojên Lezgîn

Yazar: Nusret YILDIZ |  Tarih: 30 / 10 / 2026 |  Yazı Okunma: 206


Di navbera rojên dîrokî û rojên rojane de  mina pira cinvatê  pireke ku ji îşîqê pêkhatiye dirêj dibe û diçe.Ev pireya ku fizikzan Einştain taybetmendiyên  ligorxwebûnê  lê bar kiriye,li gorî  miriyên me tê ,li gorî zindiyên me diçe.Lêbelê heger ev zeman li gorî  leza îşîqê be di navbera mirî û zindiyan de tu ferq û cudahî namîne pêşeroj û paşeroj digihîje hevdu,yek rastî,yek heqîqet derdikeve holê ku ramanê yekxwedayî û yekxweda jî  vê yekê vedibêje.

Di felsefê de jî feylesof Spînoza nûnertiya vê fikrê dike.Ol ,fîzîk û felsefe bi vî awayî di  nava heqîqetekî de  xwe digihîne hevdu,  lewre çavkaniya wan yek e.mina çemên şaxvedayî,jiyan û mirinê ji jêderekê dertê û disa li cihekî tevlî hev dibe.


Diyar e ku ya diyarker zeman e.Vala vala baweriyên kurd ên mîna Zerdeştiyê wekî destpêk Xweda wek "Zervan" ango "Zeman"bi nav nekirine.Eînştein yeqîn kir ku Zeman bi rêya îşîqê eşkere ye, diherike,ditewe û destpêk û dawî digêhije hev.îşiq ji ber leza xwe di her rewşê de diherike:Him rast ,him pêl bi pêl,him pirtikî.Lez û xiz teşeyê tişta kifş dike.Di bin van şert û  mercan de veger û werarê vejen û bûjenê ber bi hev pêk tê.Formula  Einstein a E=mc2 jî vêya vedibêje.Lez û xiza îşîqê taybetmendiyeke wisa Xwedavendanî dide demê ku Zerdeştiyên feylesof  Xwedê wek îşîq îşîqê jî wek remza Xwedê pênase kirine.

ji ber ku Hz. Mihemed jî Xwedê mina Zerdeşt pênase kiriye , mina Zerdeşt ji wî re jî gotine pêxemberê îşîqê.Helbet Wî jî jiber ku lez û xiza zeman dîtibû xwe wek pêxemberê dawî ango peyamdarê dawî pênase kir.Marx jî ev yeka bi zimanê xwe wiha anî ziman:"Hemû tiştên hişk dibe hilm û gulm"(katı olan her şey buharlaşıyor)


Dema modern a ku  ramanger bi derketina Hz.Mihemed didin destpêkirinê zeman wisa lezandiye ku êdî her tişt bi lez û bez teşe diguhere û êdî wateyeke mayînde ne pêkan e.Berjewendî û pragmatizmeke  bêteşe  gelek wate û serateyan wergerandiye hilm û gulmekî.her wiha wekî ku Spînoza jî dibêje " ya teolojîk politik e ya  polîtik jî teolojîk" . Ango her tişt wisa li nav hevdu ketiye ku ji hev derxistina wan pisporîyeke  dêrîn dixwaze.Êdi dema siyasetmedarên ku Feylesof Eflatûn gotiye" divê  siyasetmedar notlanî feylesofan bin" hatiye.Tenê siyasetmedarên feylesof dikare xisletê demê têderbixe û bi pirsgirêk û pêdiviyên demê re serweriyê dayne.Ew kesên ku xwe di vê rêyê de  perwerde nekirine û nake xuya ye ku tenê li pey kutxweriyên derfetên siyaseteke dijgelan in.


Kesayetiya demê li qada politikayê jî xwe bi awayekî tevlihev nişan dide.Yên ku nikaribin vê tevliheviyê jevderxînin wana bêdilê wan be jî dê bixe Xizmeta pergaleke ne ji wan.

Di ferqêdebûyîn û behreyê serwetbûyînê  êdî ji çavkaniyên xwedayî û esmanê dûr nayê. Bi rêya hînbûn, perwerde û bi destê pergalê gengaz bûye.Dixwazim  çi bibêjim?


Li gorî salix û solixên felsefeya siyasetê Cuhî dema  di asta birdozî û paradîgmayê de fikrekê dadimezirînin ji  nav xwe yekî herî jîr ku ligel heman fikrî de be jî wek dijber peywirdar dikin û armanca valaderxistin û pûçkirinê didin pêşiya wî . Heger ev  kesa  bi pirs û gumanên xwe  ve vê fikrê pûç bike dev jê berdidin na heke  nikaribe jî ew çax misogerbuna wî fikrê  gengaz dibe.


Ji Amerika heya Ewrupa saziyên şarwer ku jêra dibêjin "Ting Tang" bi heman modelê mînak digrin û  ev saziyên derdugelî  yên ku rexnekirina dugelê ji xwe re kirine armanc bi piştgiriya dewletê xwe xwedî dikin.Dugel bi rexnên wan xwe mehkemû areste dike. Pergala kapîtalizmê Das kapîtal û Marksîzmê êdî wek gefekî na ,wek piştgiriyekî dixwîne


Lez û xiza zervan her tişt ber bi pergalê tewandiye û taybetmendiyên dijber ên tu birdoziyan xwe li ber vê lez û bezê negirtine.Lez û xiza vî zemanî ji bo pergala heyî fezayeke yek rengî ava kiriye.


Ji bo vê heger hin kes û tevgerên dil dikin ku pergalê biguhirin û ji xwe re ,li gorî berjewendiyên xwe yên tevayî fezayeke nû ya pêşketi avasaz bikin divê destpêkê di nav xwe de demokrasiyê,paşê jî rexnegirên dijî xwe ava bikin .Dem ew dem e ku êdî kê dijberên xwe bikaribe bixe Xizmeta xwe ew ê ser bikeve.Behreyên siyasetê êdî li ser  demogoji û dirûşmeya na ,li ser behreya bikaranîna dijberi û muxalefetan e.


Di encamê de , siyaseta kurd li gorî vê rastiyê hêj pragmatizmeke rasteqîn hilneberandiye .Dev ji dijberan berde hêj rexnegirî û cudafikirandineke bi navxweyî nehewandiye ku paşeroja xwe bibîne

Axirê,  rexne û rexnegir bi amrazên dijberiyê beşa rasti û misogerkirina sazûmaniya paşeroja raman û gelan û heqîqeta zeman in.

11:39




Paylaş: Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Yazarın diğer yazıları
Henüz yorum bulunmamaktadır. İlk yorumu siz yapabilirsiniz.

Ad, Soyad *
E-Mail *
Kalan karekter sayısı:
Yorum *
Güvenlik kodunu giriniz:
captcha
*
(* Doldurulması zorunlu alanlar)

Köşe Yazıları
Paylaş
Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Fotoğraf Galerisi
Iğdır Resmi Siteler
Gazeteler
Reklam Alanı

ads.sepetteknoloji.com/sepetteknoloji-ads.min.js

Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.

İçerik Rss - Haberler Rss

Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi