
Jîyan û Bîranîn - Mehmet AVCI

Jîyan û Bîranîn
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 06 / 09 / 2026 |
Yazı Okunma: 213
Jîyan,carna jan-êşe,carna jî ken û coş û kêfxaşîye.Hin roj mij û duman û tarîne,hin roj rewşen û rohnîne.Ma qeyî tu wê bêjî destê qudretê boçika wan bi hev girêdaye.
Di nîv herka demêde û di rêwîtîya jîyanêde heyhat tenê kenîn,rondikên çavan û bîranîna nade mirov;
Heman demêde dilekî ku karibe wan bîranînan hilgire û gîyanekî wan bîranînan watedar bike jî dibexşîne mirov.Her waha di nîv herka zemande bi hêza huner û wêjeyêve însan bîranînên xwe dixemilîne û mayende dike!
Ew serencam û bîranînên jîyanê, carna dibin fîlim,carma dibin helbest,carna jî dibin roman û çîrokên bê mirin mohra xwe li serdemê didin.Û dibin sernivişt û hafiza civak û netewekî !...
Roj tê rondikên çavan ziwa dibin,ken û kêfxwaşî derbas dibe, lê şopa herduyan hîştîye di nîv axa bîranînande,di zevîya çand û kelepora civakêde reh- rîçal davîje û dibe perçekî jîyanê mirov mezin dike.
Bi vî rengî bîranîn dimînin û mayende dibin,lewra bîranîn çendî berhemên zemanbin jî lê milkê gîyanê ne,sened(tapu) aîdî gîyanêye !
Her gîyanên mezin,çîrok û bîranînên xwe yê mezin hene.
Mirov çendî khal- pîr dibe waqasî jî beden hejar û bê taqet dibe,lê bîranîn kur dibin.Rexmî hemu dijwarbuna salan û westanê mirov bîranînan tu carî ji bîrnake.
Di vê dinya fanîde hin mirov serwet û sermîyanê xwe hene,hin mirov jî serencam û bîranînên xwe,jan-êşên xwe ên mezin hene. Ji bona hin mirova Jan û êş,bîranîn, sermîyanê herî giran beha mezine.Divê tu car jan-êşan,yan jî bîranînan bi erzanî nefiroşî.Kî bifiroşe ew noker û xayîne.
Mirov kengê bîranînên xwe bîrbike wê hingê dimre.
Mirov kengê ji bîranînên xwe durkeve wê hingê dikeve nîv xîyanetê!!!
14:44
| 17 Ağustos'u Anaraken Iğdır Depreme Ne Kadar Hazır? | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Gerçekten yaşanmış bir olay: Sahte Karakol | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Biz Kürt Kardeşlerimizle Savaşmadık, Kimle Barışacağız Diyen... | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Yeni Parti'ye Yeni Nesil Siyaset | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| 12 Eylül 1980: “Bizim Oğlanlar Başardı!” | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Jîyan û Bîranîn | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Pazar Yalnızlığı... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Leto ne oldu o iş?! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Aferin Hamza | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Güle Güle Veli Türkeli... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi