
.
Ax zemano Bê Zımano! - Mehmet AVCI

Ax zemano Bê Zımano!
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 26 / 03 / 2026 |
Yazı Okunma: 136
Wekî tê zanînê zeman, livbazîya madê ya di gerdûnêdeye.Lêvbazîya madê ya di gerdûnê'de jêre Zeman têt gotinê.Paşê zeman zana (kronologa) gorî zanista salnameyê zeman bi salan,heyvan,saet û kêliyan ji hev parve kirine.
Zeman, me hemûyan bi xwe re girê dide.Yan jî em hemû bi bendên veşartî û eşkere zimanve girêdayîne.
✓Zeman,me hemûyan pêşeroj û paşerojêve girê dide.Lê belê hinek ji me zaf pêşerojê û hinek me jî zêde paşerojêve girêdayîne.
✓Hinek ji me bi qeydê eşkere û hinek me jî bi bendên veşartî zemanve girêdayîne.Hinek ji me qeyd û bendan diqetînin,lê hin ji me heya mirinê yexsîr dimînin.
✓ Zeman, ji bo hinka zafer û emane,lê ji bo hinka binketin û zîyane.Ji bo hinka ceng û talane,lê ji bo hinka mirin û girayane.
✓Di nîv herka zemande mirov pir gelek tiştan hîn dibe,hin mirovên tu dost dizanî dibin dijminê te,hin mirovên tu wekî dijmin dibînî jî dibin dostê te,ên herî resen.Yanî Zeman, mamostê herî rasteqîne.Bê zar û bê zimane!...
✓Gelemperî em hemû di nîv heysebeysa paşeroj û pêşerojêde tengav dibin û dimînin.Hinek ji me zeman, bêhtirîn ser xwe teng û dijwar dikin,lê hinek ji me zeman ser xwe fireh û ferah dikin.
✓Belê Zeman,fenanî perestgeheke bê zar û bê zimane,em hemû pêş wê perestgehê giriftar û yexsîr bendene.
✓Hîç tu kes nikare zeman kontrol bike,lê em dikarin bi zeman're hevseng û nîv ahengêda jîyan bikin.Em dikarin bi hêza bîr û baweriyê, bi hêza ked û afirînêrîyê,bi hêza felsefe û ramanê, bi hêza huner û wêjeyêva jan-êşên jîyanê sivik bikin.
✓Duh çûye, rabirdûye,xatiraye, ji bîr neke,şîna duh û pêr jî neke. Nede pey rojên borî.Tişta çû nede dû.Siberoj ne dîyare,muamaye,hîç tu kes nezane wê çi bîne û çê bibe.Tu tewna xwe baş darxe,Nexşe û bernameya xwe çêke,lê zêde fikar û xemgînîyê nekişîne.Xem û keder xîmê jîyanê hildiweşîne.
✓Em hemû baş dizanin ku pêkve em bi kêlîya zeman ya herî piçûk bi yek anê're (elan,naha've)girêdayî ne.Tu îro jîyan bike, mafê jîyanê mafê herî pîroze.Heman rengî Îro derfet û xenîmetek mezine,zîyan meke...
✓Belê di kurte jîyanêde tişta herî giranbeha Zemane,lê mixabin tişta ku herî pir em erzan û baderhewa xerc dikin jî dîsa zemane !!!
19:27
| Iğdırlı İhracatçılar DAİB Seçiminde Abdullah Atalar’ın Yanın... | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Üniversitemizin Yeri Ve Tarihçesi | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Ax zemano Bê Zımano! | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Zikir Mucizesi | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Savaş Bir Cinayettir! | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Newroz'u olmazsa da Double W'yi özgürleştiren haberimiz.. | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| İlber Ortaylı | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Halepçe de elma kokusu var | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| İran ve Kürtler | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Var-Mısın? | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
| Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
|
| Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
| Daşkacı Ewdo | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
| NARİN | ![]() |
| Av. Resul Barış Mızrak | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi