Colanî û Xomeynî - Mehmet AVCI
Colanî û Xomeynî
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 26 / 09 / 2025 |
Yazı Okunma: 263
Ahmed El Şara El terorîst binihêrin çi dibêje; "Ger Surîye perçebe Tirkîye û Iraqê wê zerarek mezin bibînin.".Hele ka bala xwe bidinê munafiqê Fundamentalîst û Xelîfê Îblîs,nunerê Şeytan yê li ser ruyê erdê çî muselmane! Tabî kesek jê napirse; mademku tu waqasî dewleta Tirk û ji Tirk'an hez dikî bo çi te leşkerên Tirkan zindî-zindî agirde sotin?
Bê guman Elşara bi wî mêjîyê xwe yê genîva qaşogiravî dîplomasîyê dike,terefdarên xwe çêdike.Çunku nîyet û hişmendîya mutefîqên xwe baş dizane û dixwaze enîya şerê hemberî Kurda bêhtirîn berfirehke, desteka dewletên herêmê ên paşveru bigre cem xwe.Gelo Ehmed Elşara çima wilo dibêje "Tirkîye û Îraqê zerarek mezin wê bibîne".
Çima nabêje Afganîstan,Pakîstan,S-Arabistan,Mısır û Malezya? Lewra ev dewlet jî muselmanin.Çunku El Colanî baş dizane ku,Surîye,Tirkîye,Îraq û Îranê hım welatê Kurda dagir kirine ,hım jî maf û şeref û rumet û ,cand û kultur,dîrok û hemu nirxên Kurd'an talan teror kirine.Ma gelo çima Ahmed Elşara,mededê ji Malezya, Endonezya naxwaze,bes tenê bangî Îran,Îraq û Tirkîyê dike? Çunku hemuyan mala xwe,desthilatdarîya xwe li ser axa me Kurda avakirine! Hal ew hale di Surîyêde muxatabê herî rasteqîn,hêza herî xurt modern û mirovane hukumeta Rojavaye Kurdistanêye.
Lê belê faşîzm û Fundamentalîzmê çavê wan kor kirîye.Dijminatîya Kurda,ji xwere wekî Ol û bahwerîyekî pejirandine.Ger em Kurd şerê Şeytan jî bikin,hîç Gürman nîne dijminên me yê postê xwe raxin peyî Şeytan wê bikevin secdê! .Di rastîya xwede teqez bawerîya wan bi Xweda û heqîqetê nîne,bi faşîzm û şovenîzmê xwe mêjandine w îman anîne.Xweda ji kî bistîne,diçe pêli hêlîna cina dile!!!
Lewra zalim zaliman baş dinase û destekê jî wan dixweze.Çunku zalim destekê didin zaliman, mezlum jî destekê didin mezluman.
Dema ku mirov baş dîroka 50-salên dawîyê dinihêre vekirî dibîne ku piştî Xomeynî nunerê hêzên Fundamentalst, îblîsê li rojhilata navîn îro yeqîn Ehmed Elşaraye.Her çendî di warê mezhebîde ji hev cidabin jî, lê heman demêde taktîkê Xomeynî û Colanî yekin.Ahmed Elşara, yekayek teqlîd û taktîkên Xomeynî pêktihîe.
Di 1980'de Xomeynî ser navê Ol û şerîatê bi taktîkên şerê taybet xort û keçên Kurda dida kujtinê,li dîwarên kuçe kolanande termê qurbanîyan dida bizmarkirin û teşhîrkirinê.Paşê jî li ser dîwaran; " Em Kurdê Farisan wilo bikujin û daliqînin,tecawizî jinên şîayan bikin" diruşmên halo der însanî dıda nivîsandinê.Ha bi vî rengî ji bona hemberî Kurda, gelê Îranê ajîte bike û terefdaran ji xwere kom bike dixwest hemu hovîtî û sucê xwe yê mirovatîyê bike histuyê Kurda.
Heman rengî ev terorîstê har û hov Colanîyê dest bi xwîn, hêna doh dîgel ÎŞÎD'ê jin û zarokên Kurdan dikujtin û difirotin,lê naha jî hım li Kurdan gefan dixwe hım jî banga tifaqa hemberî Kurda,banga tifaqa şerê qirêj dile.
Ma qeyî tu wê bêjî ew sînorên sextê yên li ser erdnîgarîya Kurda sînorên Xwedaîne ,yan jî Ayetên Xwedane û Xweda xêzkirine.Na herkes dizane, ev sînorên li ser sîngê dayîka me sînorên sunî,sînorên çêkirîne.Ev nexşeya Lozanê nexşeyek lenetkirîye.Tev eserên Saykes Picot'in.Tu cararan gelê Kurd ev sînorên çêkirî nepejirandine û napejirînin.Tam heyamê perçekirina sînoran û binax kirina peymana Lozanêye.
Bi qewlê Şêx Maşuq Xeznewîva ez bêjim; "Olan oxlim" desthilatdar û koledarên we ên sed sal berê ev nexşe parvekirine îro jî dixwazin vê nexşeyê ji nuhve biguherin û parvekin.Ma tu kîye,yan jî hedê kî heye biguherîne?Hîç xwe zêde ba nekin.
Tişta balkêş ev nunerê îblîs,van kiryarên xwe li ser navê olê,ser navê Xweda bi bîsmîllah û Ellah ekberve dikin û difiroşin însana.Hin nezan û ehmeq jî bawer dikin.
Gava mirov bala xwe didê, stratejî û rêbazê Ehmed Elşara û taktîkên Xomeynî heman yekin.Xomeynî çewa bi hîle,derew,dezenformasîyon, talan,teror,tecawiz, qetlîam û taktîkên cida cidava şoreşa Îranê dizî û derbasî nîv nav destê xwe kır,Ev nêzî 50 salîye Îran veguherandîye gola xwînê.Heman rengî Ehmed Elşara jî dixweze pêş çavê alema medenî şoreşa Surîyê bidize û derbasî nîv destê hêzên Fundamentalîst bikê.Ku naha qismî derbasî nîv destê xwe kirîye jî,lê tenê astengî ji bona Elşara,hukumeta Rojavaye.Ev nunerê terorîstan dixweze bi desteka dewletên dagirker ên herêmêve şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî têk bibe û bike nîv destê xwe.Lê merhale!
Lê belê tişta xerîb ya mirovan matmayî dihêle,ev Colanî,mirovê terorîst,yê ku dîgel terorîstê DAÎŞ'ê salane hemberî gelê Kurd û pêkhateyên Surîyê jenosîd,teror,talan, tecawiz çêdikir, yê ku Jin û keçên Kurda li kuçe-kolanê bajarên Ereban wek yexsîra diforotin,yê ku hêna duh li bajarê Siweyda,Lazkîye li ser Durzî û Alewîyan jenosîd pêkanî gelo çewa,yan jî bi çi hişmendîyêve li civîna Neteweyên Yekbuyî wekî lîder-Serok komarê Surîyê tête pejirandinê? Ev rewş him pardoksek mezine,hım durutîyek serdemîye,hım jî hemberî gelê Kurd û hemi pêkhateyên Surîyê heqarete û sucê mirovahîyê ye. Divê demildest Ahmed Elşara ,bê ku destura axaftinê bigre li civîna neteweyên yekbuyî bihata derdestkirinê,bikina zîndanê û hesabê mezluman jê bihata pirsînê.
Çunku Colanî Ahmed Elşara,ne tenê dijminê Kurd û Durzî û Alewîyane,Heman demêde dijmin û xwînîyê hemu mirovahîyêye.Destê wî di nîv xwîna Kurd,Xaçparêz û Durzî û Alewîyandeye.
Her cendî şaşika serê xwe dayne ,cilbergên Awrupî bipoşe û kravata înlîzî girêde jî,lê dîsa ew terorîste û destê wî di nîv xwîna masumandeye.Her çendî dewletên herêmê ji bona berjewendîyên xwe destekê bidin Ahmed Elşara,dîsa jî hukumeta Colanî meşru nîne û Colanî qatîle...
Di rastîya xwede hîç tu ferqa navbera Ahmed Elşara û Beşar Esed nîne,di zulumkarîyêde herdu jî yekin.Herdu jî bilî desthilatdarîya Areban dîtir neteweyên dî,(Kurda,Xaçparêzan,Ermenan,Asuran), qebul nakın û napejirînin.Esad, ji bilî desthilatdarîya Alewîyan kes qebul nedikir,Colanî jî,xeynî Arebê Sunî-selefî kesî qebul nake.Beşar Esad,bi şurê Rusanva gel diperçiqand,Colanî jî bi şurê Tirkanva gefan li Kurd'an dixwe.
15:33
Baban Mirliğinin Şairi: Salim | ![]() |
Murat AKKUŞ |
Doğru bilinen yanlışlar | ![]() |
Akay AKTAŞ |
Colanî û Xomeynî | ![]() |
Mehmet AVCI |
Çırpındıkça batıyorlar... | ![]() |
Ayhan ONGUN |
Fatsa'da sekiz gün | ![]() |
Zeki SARIHAN |
Koç Devlet Bahçeli'ye gittiği gün kayıp etti!.. | ![]() |
Fakir YILMAZ |
Bir sabah kalktığımda | ![]() |
Adem TANIŞMAN |
Toplumsal Çürüme | ![]() |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
İki Karınca ve Bir Ağustos Böceği | ![]() |
Fatma Çetin KABADAYI |
Küskün şiirler | ![]() |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
Daşkacı Ewdo |
10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
Hasan ÇATAK |
NARİN | ![]() |
Av. Resul Barış Mızrak |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
T24
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi