
Ayhan Erkmen : Wan û Rewan, Çîroka Kinyazan

Birûkî, devî devî 300 salî ji berî nija ji herêma Qerejdaxê tên serhedê. Sînor, ne qeyda kapê hespên wan in, erd erdê kal û bavên wan in, ji Wanê heya Rewanê, bi kerî û suriyên xwe zozan û deştan belavdibin. Ji berî şerê cîhanê yê yekemîn qismekî Birûkiyan li alî Osmaniyê, qismek jî li alî Ûrisêtê dijîn. Ji dû şerê cihanê yê yekemîn gellek malbat ji cih û warê xwe dibin.
Ji Birûkiyan qedera du Kinyazan çawa jî dişibe hev; qedera Kinyas Kartal û Kinyaz Hesenov. Navê wan ji peyva knyaz/knez a silavî/rûsî tê ku bi nîşaneya toriniyê ye. Bi wateya Mîrza ye ango kurê Mîr e. Ji Mîrzayên me Kinyas Kartal di sala 1900î de li gundê Torinkenta Rewanê ji dayik bûye. Dema zar e û bavê wî ji ber ve şadibe, dibêje “Ez ê hespekî wisa bikişînim binê te nelên wî yên zîvîn bin, bizmarên wî yên zêrîn…”
Kinyas Kartal, li Kîevê û Bakuyê di dibistanên leşkerî de dixwîne. Wê demê Vîktoryayê nasdike. Vîktoriya keça fermandarekî ye. Çavşîn û zerîn e, bi bejn û bal e, bedew e. Kinyas Kartal bi şoreşa bolşevîkan re tevlî artêşa sor dibe. Lê qederê binêrin li heman demê Bedir Begê bavê wî jî bi yekîna xwe ya 400 kesî alikariya artêşa Osmaniyê dike û tê kuştin.
Bi kuştina Bedir Begê re malbat derbasî vî alî Ava Reş dibe. Haja Kinyas Kartal kuştina bavê û çûyîna malbatê tune û malbatê winda dike. Di sala 1922an de şopa malbatê sererast dike ku malbat li vî alî sînor e. Dixweze bê lê destê wî ji Vîktoriyayê nabe.
Dema ku Vîktoriya jê dibîhê, dibêje “ez ê jî bêmê.” Xwetir ji diya xwe dixweze û bê haja bavê xwe bi Kinyas Kartal re direve. Teyrê ji refê xwe qetiyayî cot vedigere, cotê def û zirnan lê dixin, govend digere; devekê û çend jî beranan serjê dikin û li Wanê cih û war dibin, girava Çarpanaxê dibe seadetxaneya wan.
Serê Kinyas Begê serê qeremeta ye, ji du serhildana sala 1925a ya Şêx Seîd wî sirgunî îzmirê dikin. ji du serhildana Dêrsimê wî sirgunî Trakyayê dikin, di sala 1960 de dema leşkerî dest dide ser rêveberiya Tirkiyê û wî digirin û dişînin wargeha Siwasê. Dilê Vîktoriyayê êdî wan çûyînên bêwext û bêbext ranake.
Agahiyên nebixêr tên guhê Vîktoryayê dibêjin “yê Kinyas Begê darvebikin.” Bêhêvî ye, bêkesî kon vedide di nav dilê wê de, li Çarpanaxê dilorîne, ne şîna Kinyas Begê, hema bêjin şîna xwe dike, navê Kinyas Begê li ser lêvan, ji kerbanan dibehece, candide. Kinyas Beg ku du sal û çar mehan şûnve vedigere û Vîktoriyayê nabîne hesret vediguhere heznîtiyê. Bi domandina demê re Kinyas Beg ji Wanê Parlementer tê hilbijartinê, ne carekê çar caran, lê di jiyana wî de tim kêmasiyek heye, Vîktoriya… û di sala 1992an de koça xwe ya dawîn bardike û diçe digihîje Vîktoriyaya xwe…
Malbata Kinyaz Hesenov jî di serê salên 1920î de ji ber ku biryara sirgûna mezinên malbatê dertê, ji Wanê berê xwe didin Sovyetê, diçin û li Ermenîstanê, nehiya Abovyanê di gundê Devexerebeyê de cihûwar dibin. Kinyaz Hesenov, dema şerê cihanê yê duyemîn de di gundê astxabêrtê de ji dayik dibe. Salên çetinayê ne, Hemîdê bavê wî li wê gavê berpirsyarê kolxozê ye, ji bo milletê wî zehmetiya nekişîne, şev û roj di nav hewildanê de ye. Şîreta wî ji KInyazê wî re “xwendin, xwendin û xwendine.” Kinyazê Hemîd, şîreta bavê xwe ji xwe re dike guhar. Xwendina xwe bi dereceyeke mezin kuta dike û tê di Abovyanê de dibe serokê mala çandê /Kulûbê. Mala Çandê wek ocaxa pergalê ye. Pergal kesên ku eyan e dike serokê li van deran. Xebateke serkeftî dimeşîne Kinyaz Hesenov.
Malbata li Ermenîstanê çira kurdewariyê ye. Çawa oda bavê wî û wisa jî ya wî qonaxa dengbêj, çîrokbêj û mêvanan e. Ji Kinyazê Hemîd re ew ode wek medresêyên kurdewariyê ne. Ilmê dengbêjiyê ji bavê xwe û wan dengbêjan digire û distrê jî. Navê wî bi dengbêjiya wî ji radiyoya rewanê xwe digihîne çar hêla welat.
Guhê wî tim ser kurdên Ermenîstanê ye, di nav xêr û xweşiyên wan de ye, ji ber wê ye ku kurd di gura wî de ne. Bi fikr û ramanên xwe bi kurdîstanê re ye, dema ku çar parçeyên welat aloziyek û neheqiyek çêdibe, yeko yeko tekiliyan datîne, hemû kurdan dicivîne û dadikevin qadan, dikin hawar û gazîn û bertekên xwe nîşan didin; ev dema komkujiya Helepçeyê de jî dema fermana Şengalê de jî wisa bû.
Dema salên 90î de kurdên misliman koçber dibin diçin asya navîn lê Kinyazê Hemîd naçe, li Ermenîstanê dimîne, ji bo civakê serhev bigire, bi xemxorên kurdan re, di sala 2008an de “Şêwra Gel a Kurdên Ermenîstanê” avadike û salên dirêj in serokatiya şêwrê dike. Ji ber wê ye ku niha, dema behsa Kurdên Ermenîstanê tê kirin, ewil Kinyazê Hemîd tê bi bîr anîn. Ew rûsipîtiya Kurdên Ermenîstanê ye û Ermenî jî gellekî qedrê wî digirin.
Dewleta Ermenîstanê bi zagonî mafê parlementeriyê daye gelên kêmar. Kinyaz Hesenov, di hilbijartina 7 hazîranê de, di lîsteya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan de ya Tevgera peymana Sîvîl de wek parlamenterê Kurdan hate hilbijartin ne cara yekemîn, cara çaremîn. (Ayhan Erkmen-Azadiya Welat)
12:44
Haber tarihi: 29 / 06 / 2026
Haber Okunma: 406
Haber Yorumları: 0
| Aramak ve Saklanmak! | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Kamil Arslan Bu Kaçıncı Son Adaylık? | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Bir İnsanın Onurunu Kırmak Sadece Ayıp mıdır? | ![]() |
| Av. Özlem AKKUŞ | |
| Dünyada Siyaset Rüzgarı Soldan Esmeye Başladı | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Cumhuriyet Beni Neden Sevmedi? (2) | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| …Bu Gün On Kasım… | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Hatice | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Keşkelerin Hüsranı | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Memleket kurtaranların, kurtaramadığı (kereste) gontlar! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Hûn Kî Ne? | ![]() |
| Cengiz EKER | |
| Rojên Lezgîn | ![]() |
| Nusret YILDIZ | |
| İki Devlet Bir Millet Erozyonu | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Mevsimde Sonbahar | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi