
Yilmaz Hun: Divê Hêzên Muxalif Jî Xwe Bi Rêxistin Bikin

Têkildarî tayînkirina qeyûm û nakokiyên hîkumete Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn pirsên rojnameya Xwebûnê bersivandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn ewil bal kişand ser nakokiyên dewletê yên li dijî çareseriyê û helwesta wê ya li dijî gelê kurd û wiha got:
“Bertekên dewletê yên îro girêdanên geşedanên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata NAvîn û cîhanê pêş dikevin. Tirkiye îro di siyaseta navxweyî, Rojava, Rojhilata Navîn de encam negirtiye. Tişta ku dixwest bi dest nexistiye. Tirkiye îro di siyaseta hundir û siyaseta Rojhilata Navîn de xetimî ye. Dewlet ji bo xwe ji vê xetimandinê derxe li çareyekê digere. Xetimandina ku îro Tirkiye têde asê mayî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Mifteya çareseriya pirsgirêka kurd jî li Îmraliyê di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Dewlet vê yekê jî dibîne. Dewlet îro di aliyê siyasî (siyaseta hundir û derve), leşkerî, aborî û hemû aliyan de xetimî ye. Her ku diçe di nava Rojhilata Navîn de tenê dimîne û îzole dibe.”
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn bal kişand ser rêxistin û têkoşîna gelê kurd û wiha axivî: “Li aliyê din gelê kurd jî xwe bi rêxistin dike. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê xwe bi rêxistin dike. Dewlet vê yekê jî dibîne. Lê dixwaze pergala ku gelê kurd ava dike, bi aliyê dewletê ve kaş bike. Dixwaze hemû rêxistin, saziyên kurdan û destkeftiyên kurdan têxe kontrola xwe. Ji ber vê yekê dewlet li gorî xwe li çareyekê digere. Dewlet ji ber nakokiyên xwe xetimî ye. Ji ber ku di nava dewletê de jî hevpariyek û yekîtiyek tune ye. Îro partiyên desthilat AKP û MHP ji hev pir cuda difikirin. Wisa xuya dike. Ji ber vê yekê nakokiyên dewletê pir in.”
Yilmaz Hûn destnîşan kir ku gelê kurd di aliyê siyasî û civakî de xwe bi rêxistin kiriye û çareseriyê nîşan dide û wiha pêde çû: “Gelê kurd navnîşana çareseriyê nîşan dide. Diyar dike ku çareserî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Em dibînin ku fikrek dewletê ya hevpar a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Dewlet ji bo çareseriyê wekî hev nafikirin. Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de aloziyek mezin heye. Ji ber van nakokiyan li aliyekî şerê gelê kurd dimeşîne li aliyê din dest dirêj dike. Lê kurd îro hatine asta azadiyê û xwe li cîhanê bi rexistin kirine. Yekîtiya xwe û tifa xwe mezin dike. Tirkiye jî her ku diçe li cîhanê û Rojhilata Navîn biçûk dibe. Ji ber ku dewleta tirk nikare xwe ji vê qeyranê derxe, êrîşî kesên têkoşîna demokrasî û wekheviyê dimeşînin dike.”
Yilmaz Hûn li ser israra qeyûm û polîetîkayên qeyûman jî rawestiya û wiha axivî: “Li Kurdistanê nêzî 10 sal in pratîka qeyûm heye. Dema mirov li kirinên qeyûm dinere tenê ne aliyê aborî û diziyê ye. Tenê aliyê siyasî jî nîne. Bi rêya qeyûm hemû destkeftiyên kurdan, destkeftiyên jin, ciwan, çand, huner, ziman û hemû qadên civakê de desteser dike.”
Talana mezin li ser çanda gelê kurd e
Kurd di aliyê nasname, çand, ziman û civakî de xwe bi rêxistin dikin û xwe pêş dixin. Kurd di dîrokê de di aliyê çand û ziman de bi felsefeya Ahmetê Xanê xwe perwerde dikin. Ziman û çanda xwe pêş dixin. Qeyûm êrîşa li ser hemû aliyê çandî, civakî, siyasî û rêxistinî ye. Tenê talana li ser aboriyê nîne. Talana mezin li ser çanda gelê kurd e. Talana mezin li ser destkeftiyên jinan, siberoja ciwanan e. Armanca esasî ew e ku kurd xwe bi rêxistin nekin. Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin û xwe bi rêve bibin. Naxwazin kurd nasnameya xwe biparêzin. Li aliyekî talan û wêran dikin, li aliyê din ji bo kurd xwe bi rêxistin neke hemû êrîşan dikin.”
Êrîş li dijî hemû gelan e
Yilmaz Hûn li ser rewşa rêxistinî ya hêzên muxalif a li dijî polîtîkayên dewletê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ev êrîşên ku îro pêk tên, tenê li ser gelê kurd pêk nayê. Îro li Rojhilata Navîn çiqas nasname, bawerî û rengên cuda hebe, li ser hemû yan pêk tê. Êrîş li ser hemû gelan e. Li Kurdistanê qeyûman tayîn dikin. Lê bi van qeyûman Tirkiye demokratîk nabe. Êrîşa li ser gelê kurd û tayînkirina qeyûm a li bajarên kurdan bandorê li ser gelê tirk û Tirkiyeyê jî dike. Bi van qeyûm û êrîşan siberoja gelê Tirkiyeyê jî dixetimîne. Divê li Tirkiyeyê hemû kesên welatparêz, demokratîk, rewşenbîr, kesên civakê nas dikin û dikarin cîhanê analîz bikin, divê bertekên xwe yên li dijî van nakokî û êrîşan bînin ziman.”
Divê hêzên muxalif jî xwe bi rêxistin bikin
Yilmaz Hûn herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya hêzên muxalif û demokratîk û ev tişt got: “Divê ew jî xwe bi rêxistin bikin û bi destê gelê kurd bigirin. Divê hemû beşên civakê û pêşengên civakê van êrîşan qebûl nekin. Tayînkirina qeyûman û şerê heyî ji bo her kesî ezmûneke mezin e. îro qeyûm tayînî Wanê dikin, dê sibê tayînî şaredariyên Stenbolê bikin. Divê hemû hêzên muxalif xwe bi rêxistin bikin. Bi destê gelê kurd bikin û van êrîş û tundiya li dijî vîna gelê kurd qebûl nekin. Ev ji bo her kesî ezmûneke mezin e. Tayînkirina qeyûm êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata navîn e. Di serî de divê hemû rêxistin, partîe û saziyên Kurdistanê bibin yek û bertekên xwe yên tund nîşan bidin. Divê li Tirkiyeyê jî çiqas rêxistinên muxalif û demokratîk, sendîka û saziyên demokratîk hene, divê bertek û nerazîbûnên xwe xwe nîşan bidin. Tayînkirina qeyûm êrîşa li ser hemû gelan e. Îro Wan, sibê Enqere û roja din jî Stenbol e.” (Xwebûn)
10:49
Haber tarihi: 18 / 02 / 2025
Haber Okunma: 448
Haber Yorumları: 0
| Av. Medet Serhat Anısına Saygıyla... | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Niçin Uğur Artantaş? | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Bir İnsanın Onurunu Kırmak Sadece Ayıp mıdır? | ![]() |
| Av. Özlem AKKUŞ | |
| Hatice | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Bu Topraklarda... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Dünyada Siyaset Rüzgarı Soldan Esmeye Başladı | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Cumhuriyet Beni Neden Sevmedi? (2) | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| …Bu Gün On Kasım… | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Memleket kurtaranların, kurtaramadığı (kereste) gontlar! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Hûn Kî Ne? | ![]() |
| Cengiz EKER | |
| Rojên Lezgîn | ![]() |
| Nusret YILDIZ | |
| İki Devlet Bir Millet Erozyonu | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Mevsimde Sonbahar | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi