
BELKÎ EM Bİ AVA ŞOR Lİ HÎVÊ KAMPÊ BİKİN
Gava mirov li vê xebatê dinêre şaş dimîne. Belkî jî heta niha qet nehatiye bîra me ava şor bibe alîkar em li Hîvê kampeke navendî ava bikin û li wir lêkolînê bikin li ser feza û gerdûnê.
Bi salane astronot diçin hîvê û li wir lêkolînê dikin. Çûyîn û hatina hîvê jî gelekî bimesref û zehmet e. Ji ber vê yekê NASA bi bernameya xwe ya bi nave Artemisê dixwaze li hîvê kampeke navendî ava bike. Armanc ev e, bi vê kampa navendî lêkolîn û xebatên li hîvê zêdetir bikin û derbasbûyîna hîvê hêsantir bikin. NASA bi bernameya Artemisê, bi vê xebatê dixwaze demeke dirêjtir li hîvê bimîne.
Ev warê jîngehê jî dibe ku bi regolîtên hîvê û bi libinên avşorî bê çêkirin. Doçent Doktor Ranajay Ghosh beşa Endezyariya Makîne û Fezayê a Zanîngeha Floridayê ya Navendî û tîma wî wisa difikirin regolîtên hîvê yên 3Dî yanê ew madeya heterojen a zinarên hîvê digire û libinên avşorî li şert û mercên hîvê bikin. Tîma Ranajay Ghosh ji bo wan libinên çêbikin bi metoda binder jettingê amûra şil a girêdanê berdidin ser pariyên toz da ku parçeyeke yekcureyî amade bike. Ev pêvajo bi bikaranîna nexşeyek peleke sêwirana dîjîtal heta her tişt temam bibe qat bi qat tê dubarekirin.
Encama van ezmûnên tîma lêkolînê di hejmareke kovara Ceramics International de û beriya wê jî di kovara New Scientistê de jî bi cîh girtiye. Ranajah Gosh ji bo vê yekê dibêje, "Ji ber ku gotara me di kovarên wekî New Scientist û Ceramics Internationalê de bi cîh girtiye, em gelekî memnûn in. Ji ber ku em ji zanîngeheke bi bûrsê piştgiriya fezayê dike ne, hîs dikin ji bo çanda zanînê hevkariyên me hene."
Di encama vê xebatê de em libinên sîlînderî yên lawaz ên ji bo dêmaneke bihêztir çêbikin bi germahiyeke zêde dipijin dibînin û wan libinan jî wekî parçeyên kesk bi nav dikin. Li vir tiştekî balkêş heye libinên bi germahiyeke kêm hatine pijandin hûrhûrî bûne lê yên bi germahiyeke zêde, bi 1200 santîgrat derece hatine pijandin, bi pestoya ji 250 milyon qat ji ya atmosferê zêdetir re li ber xwe didin.
Li gorî vê xebatê ji bo em bikaribin li derveyî cihanê dêsmanan çêbikin ev metoda binder jetting hêsantir û kêmzehmettir e. Ji bo xebatên wekî Artemisê, ji bo dêsmanan bibin û bînin alîkar e. Heke zanistvan bikaribin li ser vê metodê bi pêş de herin ne tenê ji bo hîvê ji bo li planetên din jî mirov kampê bikin rêyeke ewle bibe. Di gotara vê xebatê de nivîskarê pêşîn alîkarê lêkolînê yê mastera Gosh e. Ji beşa endezyariya makînê Nandhini Raju û Hossein Ebrahimi, Milos Krsmanovic û ji beşa endezyariya feza û hewayî Seetha Raghavan û Jayanta Kapat bi cîh digirin.
"Ev lêkolîn ji bo nîqaşa di civata keşfê ya fezayê de li ser dîtina hevsengiya di navbera bikaranîna çavkaniyên derveyî Cihanê li hember materyalên ku ji Cihanê ve têne veguheztin de dibe alîkar," dibêje Dr. Ghosh û berdewam dike; "Her ku em teknîkên pirbûna regolîtan bi kar tînin , bi pêş bixin, di pêşerojê de em ê di damezirandin û berfirehkirina kampên bingehîn de li ser Hîv, Mars û gerstêrkên din jî bibin xwedî."
Gava mirov li vê xebatê dinêre şaş dimîne. Belkî jî heta niha qet nehatiye bîra me ava şor bibe alîkar em li Hîvê kampeke navendî ava bikin û li wir lêkolînê bikin li ser feza û gerdûnê. Em niha dikarin bibêjin bi rastî jî êdî hêdî bi hêdî ji bo jiyana li planetên din gavên mezin davêjin. Bi metodên cuda û hesas li ser dixebitin û bi baldarî karê xwe didomînin. Gelo em bikaribin li wir jiyanekê ava bikin, hînî wê derê bibin an na ne xuya ye. Ev dikare bibe mijara nîqaşê jî lê ev yek berbiçav e em gavên mezin davêjin ji bo vê yekê. (gazete duvar)
15:10
Haber tarihi: 05 / 12 / 2022
Haber Okunma: 255
Haber Yorumları: 0
| Av. Medet Serhat Anısına Saygıyla... | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Niçin Uğur Artantaş? | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Bir İnsanın Onurunu Kırmak Sadece Ayıp mıdır? | ![]() |
| Av. Özlem AKKUŞ | |
| Hatice | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Bu Topraklarda... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Dünyada Siyaset Rüzgarı Soldan Esmeye Başladı | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Cumhuriyet Beni Neden Sevmedi? (2) | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| …Bu Gün On Kasım… | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Memleket kurtaranların, kurtaramadığı (kereste) gontlar! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Hûn Kî Ne? | ![]() |
| Cengiz EKER | |
| Rojên Lezgîn | ![]() |
| Nusret YILDIZ | |
| İki Devlet Bir Millet Erozyonu | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Mevsimde Sonbahar | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi