
Jİ ÇAPEMENİ Û RAYA GİŞTÎ RE...

Hûn hemû bi xêr hatine. Îro li Tirkiyeyê serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023'yan dest pê dike. Wekî 99 salên borî, vê serdemê jî zarokên ku ne Tirk in, nemaze jî bi milyonan zarokên Kurd li dibistanan dê ne bi zimanê xwe lê bi zimanê serdest dest bi perwerdeyê bikin.
Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û di 20’ê Mijdarê 1989’an de bi Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên ev peyman îmze kirine ev xal bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Ev biryara bingehîn di hemû qadên ziman û çandê de derfetên wekheviyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pirrengiya civakê diparêze û wan mafan bi awayekî qanûnî misoger dike. Tirkiye ev peyman di sala 1995’an de îmze kiriye, lêbelê xalên 17, 29 û 30 ên derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de qebûl nekiriye, ev biryar bi cih neaniye, loma jî binpêkirina van mafan îro jî didomîne.
Di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê Kurdî bi awayekî sîstematîk ji hemû qadên jiyanê hate bidûrxistin û tepisandin. Ji ber ku serdest baş dizanin rêya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wê civakê ye, lewma her tim bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina zimanê Kurdî xebitîne. Ew polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên sîstematîk, îro jî ji aliyê desthilatiya AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin. Zimanê Kurdî îro jî ne zimanê perwerdehiyê ye, zarokên Kurdan îro jî ji mafê perwerdehiyê mehrûm in. Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in tê meşandin.
Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42’emîn a Qanûna Bingehîn bê guhertin. Di wan peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Divê Tirkiye li gor şertên van peymanan tevbigere û şertên peymanan bi cih bîne û ji dibistanên seretayî heta zanîngehan mafê perwerdehiya zimanê dayikê misoger bike. Em qedexe û zextên li ser zimanan û bi taybetî zimanê Kurdî qebûl nakin. Astengkirina perwerdehiya zimanê Kurdî sûcekî li dijî zarokên Kurdan û nirxên mirovahiyê ye.
Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê misogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye. 12.09.2022
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê (Eğitim Politikaları Komisyonu)
Komisyona Ziman Çand û Hunerê (Dil, Kültür ve Sanat Komisyonu)
12:47
Haber tarihi: 12 / 09 / 2022
Haber Okunma: 524
Haber Yorumları: 0
| Av. Medet Serhat Anısına Saygıyla... | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Niçin Uğur Artantaş? | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Bir İnsanın Onurunu Kırmak Sadece Ayıp mıdır? | ![]() |
| Av. Özlem AKKUŞ | |
| Hatice | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Bu Topraklarda... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Dünyada Siyaset Rüzgarı Soldan Esmeye Başladı | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Cumhuriyet Beni Neden Sevmedi? (2) | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| …Bu Gün On Kasım… | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Memleket kurtaranların, kurtaramadığı (kereste) gontlar! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Hûn Kî Ne? | ![]() |
| Cengiz EKER | |
| Rojên Lezgîn | ![]() |
| Nusret YILDIZ | |
| İki Devlet Bir Millet Erozyonu | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Mevsimde Sonbahar | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi