Hamdî Ulukaya û Fenerbaxçe - Mehmet AVCI
Hamdî Ulukaya û Fenerbaxçe
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 02 / 10 / 2025 |
Yazı Okunma: 634
Xêrxwazîya Kulavgu
Wekî di raya giştîde têt zanînê xwedan û sazumankarê Fîrma "Chobanî" Hemdî Ulukaya kurdekî Erzînganêye.Ew jî mînanî mîlîyonan Kurda ji dest zulm û zextên dagirkeran di salên 90'de ji Bakurê welat bi neçarî penaberî dewletên Amerîkaî buye.
Îdî her bi çi rengî dibe bilabe camirî di nîv herka zemande xebitîye,kar û barê xwe pêşde birîye, sermîyanê xwe mezinkirîye û buye karmendekî gewre yê cîhanşimul(global).Gelemperî me û rayagiştî ya Kurd,Hamdî Ulukaya,herî pir di berxwedana Kobanêde naskir.Bê guman waxtê Hemdî Ulukaya piştgirî da gelê me yê Rojava,ev xêrxwazîya Hemdî, wekî mînakek welatparêzîyê bu medarê îftixarê ji bona hemu Kurda.Wê hingê di nîv dilê me hemu Kurda'de textê xwe avakir.Bê guman ev alîkarî, ji bona hemu kesên welatparêz,ên xwedanê hest û xîreta netewîne, herdem cîhê şanazîyêye.
Lê belê îro ew hez û sempatîya min û hin Kurda,ya hemberî keyayê mastê Hemdî Ulukaya,veguherîye nefret û nerazîbunê. Bêjî çima?
Hemdî tekmîl 100 mîlîyon dolar dirav destek da kuluba futbolê ya herî faşîst Fener baxçeyê.
Ev jî nîşan dide ku Hemdîyê me jî mînanî mîha aşiqê qesabê xwebe hêna evîna dagirkerê xwe, nîv dil-mêjîyê xwe neavîtîye.Tabî em nizamın gelo Hemdî,bi hemadê(rizayê) xwe da,yan bê hemadê xwe da ? Ger bi vîna xwe dabe teqez wê poşmanbe.
Belkî Hemdîyê me,bêje min bi alîkarîya Kobanîyêva dilê gelê Kurd qezenckir,vêca ezê bi alîkarîya Fener baxçêva jî dilê Tirk'an dikirim.Yan jî îhtîmal heye ku,aqilmend û şêwirmendê Hemdî jêre gotibin alîkarîyê bide Fenerê û wî jî dabe.Her kî ev Ferman û talîmat dabe,gorî dîtina min ev kiryarek şaş û sosrete.Ev kiryara Hemdî Ulukaya, nîşan dide ku, ne tenê sermîyandarên Kurd yên li welêt,heman demêde yên li diasporayê jî tu car xwe ji rihê nokerîyê,alêskarîyê û koletîyê rizgar nekirine,hêna jî di bin bandorê koledar û dagirkerandane.Tabî Hemdî û nokerên wek Hemdî,dikarın bêjin; ev dirav yê mine,min qezenckirîye, dilê min çewa bixweze ezê wisa xerckim.
Ger pêdivî hebe ezê bi diravên xweva qumar jî bileyîzim,ma ji were çi? Tabî dikare Wilo jî bêke.Lê bi gorî nêrîna min ev xîyanete.Çunku mirovekî piçkekî hest û armancê xwe yê netewî,civakî,însanî hebe divê wilo neke.Ha eger Hemdî,ev alîkarî bida hin sazîyên mirovane,çi yên Kurd,çi yên Tirk (wekî bursa şagirta) dîsa mirovê gotiba normale,cidaye,hîç nebe di rêya xêrxwazîyêdaye.Yaho Futbol,fuhuş pergala kapîtalîzmê ya herî rezîle.Ma çi sud û xêra Kurda têda heye? Ma te dîtir sazîyek nedît???
Alîkarîya Hemdî Ulukaya û Kurdên wek Hemdî ev çîroka "Kulavgu" anî bîra min, ez dixwazim bi were parvekim;
Divê gundekîde mirovekî xizan navnuçika xwe "Kulavgu" hebuye.Kulavgu,ji vê navnuçik û leqebê pir narehet û gilîdarbuye.Kude diçe herkes jêre "Kulavgu" dibêje.Rojekî Kulavgu,ji axayê gundre dibêje; tenê yek çêlekek min Heye,ezê wê çêlekê jî serjêkim,guşt-birinc û zîyafetê li gundî cîrana belavkım.Lê ricayek min ji we heye; hunê ji îro pêda minare "Kulavgu" nebêjin.Û vê navnuçika aletewş ser min rakım.
Kulavgu,çêlekê serjê dike,bo zîyafetê bangî hemu gundîyan dike,li ser sinî w sivrê goşt û birinc dike miştaxe,daku navnuçika "Kulavgu" ser xwe rake. Herkes zêkê xwe têhr dike..Mixabin gundî goşt-birinc dixwun,zêkê têhr dikin û dema radibin û diçin dîsa herkes dibêje, "Kulavgu" malîava,xatirê te !
z bawerim we ji çîroka min fêhmkir ku. ez dibêjim !
Hemdî û aqilmendên Hemdî dixwazin bi piştgirîya Fenerbaxçe aşîtîyê sazkin.Mehale...
Gorî min, Hemdî ew bertîl bida D.Tramp wê bêhtirîn sudwar û watedarba...
Hal ew hale bi hezaran xuşk û birayên me, yên piştî 31/33 sal razana di zîndanande naha bê mal û bê sitarin nîv civakêde.Zhafê ji wan, him li derva û hım jî di zîndanande hewcedarî sed dolarîne.Hin penaberî Awrupayê bune û hin li welat sêfîl û neçarin nîv pencê xizanîyêde.
Her waha bi hezaran cewanên Kurda li kuçe kolana bune mutad û mubtelayê madeyên hişbir.Rezîl-perîşan,bê xwedî bê xwedan mane nîv pencê bê kesîyêde.
Lê mixabin Hemdîyên me,100- mîlîyon dolar finansman destek didin Fenerbaxçeyê.Tabî Hemdî Ulukaya,tenê yek mînake,bi hezaran Kurdên ... mîna Hemdî hene.Ez çi bêjim hin însan ji dê û bavê xwe newan bune aşiqê yarê dayîka xwe !!!
✓Lê belê pêkanbu ku bi wî sed mîlîyon dolarîva li Hewlêr û Suleymanîyê,yan jî li Amedê Zanîngehek modern bihata çêkirinê. Û ew dibistan bikira xizmeta zarokên Kurda.
✓Pêkanbu ku bi wî 100- mîlîyon dolarva burs bida 5- hezar şagirtên Kurd,zarokên gelê xwe ji xizanîyê û nezanîyê rizgar bikiriba.
✓Pêkanbu ku bi wî diravîva 5-hezar mirovên xizan ji belengazîyê rizgar bikiriba.
✓Pêkanbu ku,bi wî 100- mîlîyon diravîva yek artêşek a ji zanyar û ilimdaran avabikiriba.
✓Pêkanbu ki,bi wî diravîva li sed bajarên Kurdistanê sed heb pirtukxane yê mezin bida avakirinê.
✓Lê mixabin Hemdî yê Fenerbaxçeyî, dirav da Fenerbaxçê.Hîç Guman nîne Serok-axayê Fenerê jî, wê di nîvhevde par-parîkin û bixwun.Afîyet nuşîcanbe,canê ehmeqan xweşbe.Lê îhtîmal heye ew 100- mîlîyon dirav(dolar) ne yê Hemdîbe,hinka emir-talîmat dabe Hemdî û gotibin; " Bide" . Hemdî jî da !...
Weselam.
Hîç gumana min nîne Hemdî yê Fenerbaxçeyî û axa-erbabên wî, demek nêzde wê % 100 ji bexşandina sed mîlîyon dolarî poşmanbin.Belkî nahada jî pişman bune.Lê "Kewkîyê paşîyê li teşkane", "tewba dawîyê qebul nabe, hîç feyde nake"!
"Çunku herdem mal û mîrata Kurda,xenîmete,berateye(talane)!!!
✓Ne tenê Hemdî yê Fenerbaxçeyî,zhafê sermîyandar û kapîtalîstên Kurda, halo di navikêde girêdayî axa û dagirkerê xwe ne.Ez pir gelek Karmendên Kurd dinasim,bav û birayên xwe birçîne,lê ew mîlîyona didin Cemaet û şêx û terîqetan.
✓Lawo hun heramin,dewlemendîya we serê we bixwe.Nan û keda miletê Kurd xenîmî webe.Ez çi bêjim bêhudeye,baderhewaye !!!
17:28
Bu içeriğe yapılan yorumlar (1 Yorum)
1 - Necdet Kara 03/10/2025
Sehet xwaş be. Te pir delal nivîs ye.
İlk - < Önceki | [1] | Sonraki> - Son |
Destana Rızgan û Nûrê | ![]() |
Murat AKKUŞ |
Iğdır ile ilgili doğru bilinen yanlışlar-2 | ![]() |
Akay AKTAŞ |
Güzeller diyarından merhaba | ![]() |
Fatma Çetin KABADAYI |
Kürdistan yetmedi Katalonya da ayıp etti.. | ![]() |
Fakir YILMAZ |
Hüseyin vay! | ![]() |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
“Savcılık iddia makamıdır!” | ![]() |
Ayhan ONGUN |
Okuma Alışkanlığını Nasıl Kazandırmalı? | ![]() |
Zeki SARIHAN |
Nereden nereye | ![]() |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Hamdî Ulukaya û Fenerbaxçe | ![]() |
Mehmet AVCI |
Bir sabah kalktığımda | ![]() |
Adem TANIŞMAN |
Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
Daşkacı Ewdo |
10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
Hasan ÇATAK |
NARİN | ![]() |
Av. Resul Barış Mızrak |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
T24
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi