Evîn Hewcedarîye - Mehmet AVCI
Evîn Hewcedarîye
Yazar: Mehmet AVCI | Tarih: 15 / 04 / 2024 | Yazı Okunma: 684
Ez çewa vebêjim
Hewcedarê teme ez !
Wekî rojîgirekî benda fitarê
Neku dest girtin û hemêzkirinê
Belku ji felsefeya wateya jîyanê
Dîdar û hevpeyvîne daxwaza min;
Rojê carekî,
Heyvê carekî
Yan jî salê carekî di rojên Îd û Newrozan !
Ez dixwezim tu dilê xwe bidî min
Çewaku te dil dizîye ji min,dil dizê
Ger tu dest nedî destê min
Barê deng xwe bide dengê min
Daku dil bi dilê te şîyarbe di berbanga Îd û -
beratan
Li ber lefz û awazê sitranekî
Yan jî berbanga "Heyyî alel felah"de
Vejînbim ez deryaya çavên reşbelek'de
Şîyarbim ez ji xewn û xeyalên wesletê
Deryaya çavên kujer'de ji nûh've vejînbim ez
Û hevpeyvînê pêkbihînim bi çavê kildayî're
Çavên te bibana deryaya şanazîyê a bê dawî-
Ji bona vî dilê giranbar
Daku xewn û xeyalên min veguherên destana-
bextewarîyê
Îro Cejne,
Min dixwest ez bêmê serdan û dîdara te
Di qedîmîtîya rihê Cejnê'de rêwîtîyê bikim,
Balve bihuşta dêmê te,dîgel seyran û galê-galê
Bi demjimêran bipeyîvim li ser bedewîya kulîlka
Li ser yekîtîya Yar û Yezdan
Yek jî felsefa hezkirina bê berjwend
Ji rengê bedewîya tîroj û evînê
Ango Evîna Azad,
Vîna Azad
Keda Azad,
Mirovê Azad
Û
Te bisipêrim pîrozîya Zanîn û Tîrojê
Yeqîn wê bisekinîya dem û zeman
Û li ser diyalektîka xobyar û biharê
Bikim dîyarî ji bona dilê te, kenê zarok'an
Raz û nîyaza masuman
Û diaya xizanan
Minê Keşke bikira taştîya Îdê-
dîgel nanê tenurê
Ber awazê ney û bilûrê
Ser'de venoşim badeya huzurê
Daku min gîyan daketa lerzê
Mîna têlên kevan temburê !
Dîsa tu,
Di nîv stranekî'de vebêje peyama evînê
Di nîv'de bike qala evînek bê berhember
Qiseke wê xobyara bê însaf û xedar
Navê min jî zikirke ji rengê hesretkêşîya
Binihêre deh roj borî ji Avrêlê
Ne çîya gehîştin çîya
Ne rêwî gehîştin keştîya
Ne jî destê min gehişte baqê kezîya
Rondikan dibarînin awrên Avrêlê
Li ser axa birîndar
Û
Li ser laşê minî ku ji tajana tevizîya
Rengê biharê xemgînîye îsal
Bê te bihar jî Sare delal
Dest ji Rojê bernadim ez
Tîrojê venoşim wek ava zelal
Ber jana firaqê mame bê mecal
Belê rû Avrêla min,
Ez te teşbîhê biharêkim
Ba kevokên posteger peyamê rêkim
Na dîsa min ber daye Rojhilatê ez hatim
Hêvîyên min ên ji biharên te-
dibin tofan û lehî ser milkê dil
Çît û çeper şikekstin,dil maye rût û uryan
Çendî dirêsim ez rist û helbestan
Min dil hilnayê li nîv çarîk û beyt'an
Evîn min wek deryayê
Pêl dide nîv dil'de dikute qiraxê çîyan
Barê min tovê kulîlkan, navê minî "tur qulle"
Vaye Roj şermendeye ji bê wefadarîyê
Çendî yar xedar û sile
Lê hêvî heye ji baranên Avrêlê
Tov şîn bibe mîna simbulê
Evîn dilde sed tajan û êşe
Ser bajarê min tarî û şeva reşe
Nîv dil'de kelecan û telaşe
Bi dilopê baranê're xeberê bişîne
Da dil ez bikim xelat şebaşe
Ev bê dengîya di hindirê min'de
Vediguhere xeyal û dîmenê te
Perdeya ber dil hilîne,cardî bike temaşe.
16:51
Iğdır’da Komik Şeyler Oluyor! | |
Murat AKKUŞ |
Şiir Üzerine-1 | |
Akay AKTAŞ |
Yasaklar Yağmur Gibi! | |
Ayhan ONGUN |
Muazzez İlmiye Çığ’ın Misyonu Ne İdi? | |
Zeki SARIHAN |
Rewş û Rastîyên Beşerî | |
Mehmet AVCI |
Türk Parası Var mı ki? | |
Fakir YILMAZ |
Ayrılık Kapıda | |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
Savaş ve Barış | |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Kırk Dokuzumdan Ellime Elli Nasihat | |
Fatma Çetin KABADAYI |
10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | |
Hasan ÇATAK |
NARİN | |
Av. Resul Barış Mızrak |
Topçu Bebel Garcia nın Franko Faşizmini Mundar Ettiği Eylem | |
Daşkacı EWDO |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
Gazete Duvar
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi